
在手机上保存,获得更好体验
Êvar bû
Hemoyê biçûk î boyaxçî
Quncikê meydana mezin
Nav dilê bajarê Şamê
Serê westiyayî tewandibû
Wek firça di nav deste xwe
Laşê xwe yî zirav bi lez bi lez dihejand
Hemoyê biçûk î aware
Di ber xwe de bi pistepist
Tu mamoste piyê xwe deyne
Tu Bazirgan piyê xwe deyne
Zabit, casus, leşker
Hûn hemû yek li pey yekî
Piyê xwe deynin
Hûn hemû yek li pey yekî
Mirovê baş û mirovê pîç
Kes nema xwedê ma
Ez bawer im li wê dinyayê jî
Xwedê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe
Wê gazî Kurdekî bike
Kî dibe ew Kurd ne ez im
Ax lê daye, tu dibe pêlavên xwedê çi qasî mezin bin
Çend nimre lingê wê
Lê wê xwedê ji bo pera çi qasî bide hemoyê biçûk î aware?