Her du çavên te du pirtên befrê ne
Di nava pêka min a wîskî
Wez ê serxweş im
Zemanekî dilê min jî yek perçe bû
Lê biyaniyek hat û dilê min kir çar perçe
Zarokê dilê min êdî navê xwe ji bîr dikin
Em hemî bênav in
Û ez, edî peyvên xwe dadiqurtînim
Lewra divê ez hêdî hêdî lal bibim.