Evdêl û Sincarê Talo-Memo Seyda

Evdêl û Sincarê Talo

歌手:Memo Seyda

时间:2026-01-01

    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Evdêl, Evdêl, Evdêl ez bi qurban hîv e, hîveron e

Berxê mala bavê mi gulîkurê hîv e, hîveron e

Le çira li konê reşî erebî da dişixule, ez rebena Xwedê nizanim mûm û meşhel e, hew û gidîno ez nizanim fener yan find û don e

Çira le di konê reşî erebî da dişixule ez rebena Xwedê nizanim mûm û meşhel e, gelo ez nizanim fener yan find û don e

Evdal î, ji Mala Evdêl î, tu axakî zorî zexm î, qeyd û zincîrê te giran e, Sincarê Talo berde ji qeyd û zincîra, bide xatirê mi rebenê

Ez eksîetek im, mala te mîrat be, lingê mi qerimiye ji çûn û hatinê, çavê mi kor bûn ji êvar da, destê mi qerimî li ser şirîtê kon e

Zerî yeman, ax yeman, yeman, li dinyayê sed yeman

Evdêl, Evdêl ca rabe bi bextê te da me pirekî li ser xeraba Payê çêke

Gidî ca rabe ji bo xatirê mi pirekî li ser Firatê Payê çêke

Îro çend û çend ro ne, çavê mi bi Sincarê Talo neketiye, ez rebena Xwedê dikim herim dîtina Sincarê Talo ji bo rê û dirbê mi marûmê he wû gidîno cotek kevirê mermer bîne di ortê ke

Ez îro dikim herim dîtina Sincarê Talo, ji bo rê û dirbê mi marûmê, cotekî kevirê mermer bîne di ortê ke

Qeyd û zincîrê te giran in, Sincarê Talo berde ji qeyd û zincîra, pênc birayê min hene, bi destê her pênc birayê min bigire bîne di dewsê ke

Êvar e, heval û hogirê mi rêwî ne, berê wan li mal e gidî, Sincarê Talo bide xatirê mi rebenê, vê êvarê mi di nava heval û hogirê mi da, mi bi dil mi bi rê ke

Zerî yeman, ax yeman, yeman, li dinyayê sed yeman

Evdêl, Evdêl Çemê Payê dikişe ji êvar da bi ser mi da tê lemelem e

Xeraba Payê dikişe bi ser mi da lemelem e

Îro çend û çend ro ne, çavê mi bi Sincarê Talo neketiye, ez ê rebena Xwedê dikim herim dîtina Sincarê Talo, îzna mi bide ez ê bi maqûlî, bi letîfî, he wû gidî gavek rûnêm li cem e

Ez îro dikim herim dîtina Sincarê Talo, îzna mi bide, ez ê bi maqûlî, bi letîfî, lahzê rûnêm li cem e

Evdalê ji mala Evdêlo, qeyd û zincîrê te giran in, Sincarê Talo berde ji qeyd û zincîra, tirsa mi ji wê tirsê ye qeyd û zincîrê te hesinê xam e, wê lingê Sincarê Talo bibire, mi bi Sincarê Talo ra sirgûn bike, li alîkî me rûs e yek lems e, yek ecem e

Zerî yeman, ax yeman, yeman li dinyayê sed yeman

Ez rebena Xwedê ji bona Sincarê Talo bi şevê royê, daîma bi axîn û keser im

Ez di bextê we da me gazin û loma ji mi nekin ji bona Sincarê Talo, li dinyayê emana me her Xweda ye, ez neminim, yeman

展开显示全部歌词