
在手机上保存,获得更好体验
Du heval in, du kulîlk,
Sûtoyê Kurd û Xaçîk,
Du bihar in û du gul,
Du dengbêj in du bilbil.
Rûdinên li dor textekî
Li binê arîka tamekî
Yek distrê bi Ermenkî
Û yê din bi Kurdî.
Yek dinivîse:"Hasmîk can.."
Yê din dibêje:"Perîşan,
Dil, huba min, ez heyran."
Du heval in du rêwî,
Ji wan re yek e rê me'nî,
Yek distrê bi Kurdî
Û yê din bi Ermenkî.