Ey Feleka Xayîn-Cudi
    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Ey felek xayîn bêje ji bo çi

bo çi çep li me digerî

Tim bi hêrs û nifrîn û kîn

Nav jiyana me de digerî

Ka bêje ma qey ne bes bû felek

Ew xemla berê te birî

Te hat ji nav baxê gula

Gula rengîn te ew birî

Ey felek bêje ji bo çi bêje ji bo çi

Ji hemyan sorgul te birî

Xweş bi zane şîne sorgul

Rengê wê na naçilmisî

Şaxê xwe berda dilê me

Qet tucarî ew namirî

Loma nakim ez ji te felek

Gazinda min ji Başqela

Kor bê bimrê qey nizanî

Îsmaîlê min da ber gula

Erê felek çendî zor bî

Miletê Kurd ew namirî

Lewra divê dûr biçî tu

Nema ew ji te digerî

展开显示全部歌词