Hebîbayê
Gelî godara, ji hesret û kedera dilê xwu ra, Huseynê Farî ji we ra kilama Hebîbayê dibêje, wun jî godarî bikin.
Eman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, de ho hê lê w’eman neman
Mi dî keçikê ban dikir digo lawiko bira mala te xera be, ê le wele ti navê mi nizanî, navê mi keçikê Hebo ye, de ho ho lo Hebîba ye
Min ê li vê dinyayê ne siûd e, ne şans e, ne qeder e, ne mi xeta ye
Ê le taximê sîng û berê mi keçikê ji te ra mîna hungivê zeya, dimsa Sêrtê, hinarê Dêrikê, pûrteqalê Yafayê, sêvê Meletiyê şêrîn e, wele salik û dozde mehê Xwedê tema mîratê wî gezo de ho ho lo tim tê da ye
Malik xirabo, eger tê ji mêra mêrekî baş î, were destê mi karê xezalê bigre birevîne, em ê berê xwe bidin zozanê me yê jorîn, welatê Serhedê, Qasimîka Şêxa de ho ho lo cem Rîza ye
Ez ê qe nizanim siûda min û taliha te ye, ez ê ketim tora kotî heram şindo nemendî mêrî xirab, derdê wî nayê kişandinê, na na wele mîna roviyê beyara, bûmê pala, kosiyê Besta Eyşatê, reqê golgeniya, ji êvara heta şeveqa serê sibê, belxemê davêje, hal û demê xwu ra dinale, li ser taximê sîng û berê mi keçikê, kurê kurê wî ye, fenanî wî kundê de ho ho lo li ser qûça ye
Eman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, neman, lê w’eman, de hoho lê eman, neman
Keçikê ban dikir digo lê lê dayikê bira mala te xira be, şevê payîzê reş û dirêj derbas nabin, na na wele sibe ye, min ê şevê wî li şevê de ho ho lê dişêwirî
Mi bala xwu dayê, mi dî mûm û fenerê gundiyan û maliya tev temirî, agirê mala bavê mi tefiya, çira mala bavê mi dişixulî
Na na wele ji êvarê heta şeveqa serê sibê min ê di nava ciyê xwu da xew nekirîbû, şeveqa tarî da mi bala xwu dayê mînanî carê cara delalîkê dilê min ê ji orta mehelê da hat û le wele saqoyê wî yê di nava milê wî da bû, li bayê bezê di êşîka derê mala bavê wî mi ra de ho ho lo dibihurî
Rebiyo qurba, bêlome be, min ê heta kambaxa pencerê vedikir, zûka derbas dibû, ê le bi qandî gêrîkî çerxiya penîka qondera rastê bêmalo ji mi va de ho ho lo xuya kirî
Nerdwana mala bavê mi sî û pênc derence bû, wê gavê pêxas û serqot min ê xwu berda xwarê, na na wele ew şûna ku delalîkê dilê mi pêlê kiribû, erda havînê, min ê hema devê xwu dirêj hal û demê xwu ra de ho ho lê maçî kirî
Gelekî mîna cimeeta hazir, godara wê gavê derdiketin derve, ê le ji mi ra digotin Hebo bira mala te xira be, vê sibê çi bû, çi ciriya li orta meydanê tê xwu ji dîn û îman kirî
Min ê digo gundîno, malîno, Xwedê hebîna, wun ê loman û gazina ji mi nekin, derdê dila pirî zor î çetin e, ê le ji mi tirê ez vê gavê li ser Girê Erefê me, wexta nimêjî hato me nimêja xwu kirî
Meka Mukerem, Medîna Minawer li qarşî çevê min e, ê le pêşiya temamê hecaca da ez ê ji xwu ra digîhaştim ber Kevirê Hecerul Eswer, min ê destê rastê avêtê Rebiyo qurbano, ji hal û demê wî xwu ra de ho ho lê tewaf kirî