Gulê-Hekim Sefkan
    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Gulê

Erê hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê hay lê lê Gulê, lê lê

Ê le mi go beşna karî xezala dilê mi zirav e, takî rîhana li perê çiyakê bêxwedîka vê Mûsilê, sebra mi de, hê lê lê

Mi dî Gulê vê sibê bi sê denga dikir gazî digo lo lo lawiko, mehrûmo, min ê vê sibê cilê delalîkê dilê xwu tev hilayî, tev pêçayî

Erê hey la lê dayê min ê berê xwu da ser ava Çemê Diyarbekir

W’ez ê gava diçûm ser ava Feratê Diyarbekir

Wele min ê bala xwu dayê şopa qatirçiyê sêrtiya bû

Guherê miya bû, mexelê boşî deva bû

Wey la devê mi digo dilê min ê ji devê mi ra qerar nedabû

Min ê cilê delalîkê dilê xwu neşûşt û li avê nedabû

Hey wax mi porkurê, hay lê lê

Na na wele min ê vê sibê ta cilê delalîkê dilê xwu tev hilabû, tev pêçabû

Min ê berê xwu da ser ava Çemê Cizîra Bota bû

Min ê bala xwu dayê di ser me ra selexane li ser bû

Av û arava spiya bû, hûr û pizûrê miya bû

Ê le devê mi digo dilê minê ji devê mi ra qerar nedabû

Min ê cilê delalîkê dilê xwu neşûşt li avê nedabû

Hey wax mi porkurê, hê lê lê

E rê hey la lê dayê, li mi porkurê, mi bala xwu dayê, ji mi wê da çem nemayê

Di ser mi ra dax û gelî û çiyayê

Min ê berê xwu da vî çiyayê belekê berfê lê xuyayê

W’ez ê gava diçûm belekê berfê wî çiyayê

Mi bala xwu dayê, bi sê tiya, sê ciya çem û kanî û ava zelal jê kişiyayê

Wele li wî çiyayê li belekê berfê li sê ciya ava li çol û yabana Xwedê, min ê kuçikê xwu çêkir, sê heb kevirê xwu danî

Sîtila xwu li ser danî, teşta xwu li ber danî

Serê bihara ewil bû, paşiya payîzê dewamiya neh meha li çol û çepela ber teşta cilê delalîkê dilê min li min danî

Wele li wî çiyayê takî êzing qe nemayî

Sabûna min keçikê barê hif deva bû, qediyayî, pirtikî jê nemayî

Le teşta mi qul bûyî, sîtila mi şikiyayî

Tilî, pêçîkê min ê zerî karîbanî, di ber av û arava cilê delalîkê dilê mi da giş mehiyî

E rê hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, lê lê

Ê le beşna karî xezala dilê mi zirav e, takî rîhana li perê çiyakê bêxwedîka vê Mûsilê sebra mi de hê lê lê

De rê hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, lê lê

Hey la li mi porkurê, min ê gava cilê delalîkê dilê xwu şûşt û li avê dayê, min ê digo w’ez ê cilê delalîkê dilê bavêm ber tavê, germa payîzê zor e, wê bîna tavê jê bê

Min ê cilê delalîkê dilê xwu avêtî ser darê darçînê, gulê miswagê, siya serê sibê bîna bimbareka misk û emberê ji xwu ra ser darê jiyayê

Wele min ê cilê delalîkê dilê xwu tev dayî, tev pêçayî, gava li me hat rojê eydan û şayayî, delalîkê dilê min ê cilê xwu nê li bejna xwu ya zirav dayî

Ez ê li qarşî sekinîbim, mîna eynikê li ser memirê camîa şewq û şemalê tîşk û tîrêjê royê didayî bejn û bala mi karî xezala, tê ra lê xuya yî

Mi dî lawiko ban dikir digo hey la Gulê mehrûmê, destê te bişkê, çavê te birije, roniya te rijiyayî, cilê min ê di kela beroşê da mayî, hey wax mi porkurê, hê lê lê

Mi dî lawiko ban dikir digo wey la Gulê mehrûmê, te çi kir û way te çi nekir

Mala bavê xirabiyê, sibe ye te çi kir û wayê te çi nekir

Wele tu yê vê sibê rabû qesta mala me kir

De destê xwu avêtî cotê cêra, riya kanîka biniya mala me mene kir

Ez ê li ser rêka te bûm malxirabê, sibe bû, tu derbas dibûy, çima ji mi ra silav nekir

Na na wele Gulê bi sê denga dikir gazî, digo lo lo lawiko, mehrûmo, mala bavê te şewitiyo, bi sonda qesemê, w’ez ê narim kaniyê avê

Ti bala xwu bidi nava milê mi keçikê, bûxça cila w’ez ê dirim tiraşoyê, kaniya mezin ji şûştinê dîsa li baravê

Le qayî derdê dila pir zor e, keçikê ji kezeba şewitî digo w’ez ê cilê teres, qebraxê bav û birayê xwu bişom bi avê yo, bi aravê

W’ez ê cilê delalîkê dilê xwu bişom bi sabûnê, bi gulavê, bîna misk û emberê, şîrê qîdabê, xwedîka wê hûr û xunavê

Na na wele eger tirsa qebraxê bav û birayê min ji lomê şeytan û fesadê gundê me nebane, mîna sancaqa ordiyê royê sê cara w’ez ê li qarşî çavê te bisekiniyama min ê sî û sêbiskê xwu ya bişê şe kira berda nava cotî zermemika, hetanî navê

Eger xelkê bigotana Gulê mehrûmê çi bû, çi ciriya, min ê bigota gundîno, malîno, Xwedê hebîna, wun ê loman û gazina ji min nekin

Ê le derdê dila pir zor e, ji bûna xatirê wê xeberê, wê galgalê, wê silavê, Gula mi de hê lê lê

E rê hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, hay lê lê Gulê, lê lê

Ê le mi go bejna karî xezala dilê mi zirav e, takî rîhana li perê çiyakê bêxwedîka, wê Mûsilê, sebra mi de hê lê lê

展开显示全部歌词