Axao Li Min-Hekim Sefkan

Axao Li Min

歌手:Hekim Sefkan

时间:2026-02-22

    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Axao Li Min

Axao li min, ax li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min

Hey la lo mîro mi go şereka li me çêdibû li hewşa Sarayê, qalekî giran li me daketiye li Kafirê Emirtûmana şewitî, vê sibê dîsa li semta vê kaniyê

Lê dayê rebenê min ê vê sibê bal û dêna xwu berdayê, ji êvarî Xwedê da li ser kozik û meteresê Silêmanê Ehmed, Keremê Qolaxanî, tevî Xalitê Ûsiv Begê xweş tê dengê mîratê topan û mîtrelyoza, cebirxanan û gawir sûstema dibû humîn û nalîn û zarînê gula topê, ji êvara xweş tê sewta bêxwedîka vê boriyê

Besrayê bi sê denga dikir gazî, digo de lo lo Ferzende te digo w’ez ê Ferzende me, ez berxê Mala Emer im

Roja şer biqewime Siwarê Eşnawir im

Na na wele çar heb papaxreşê xecera ji êvarî Xwedê da devê mîratê w’almanîkan û gawir sûtema kirine kozik û meterisê Silêmanê Ehmed, Keremê Qolaxasî, tevî Xalitê Ûsiv Begê bi destê zorê, bi devê mîratê gawir sûstema ji milê va xweşmêra vekirine nîşan û rutbê Hamidiya, hey la mîrê min

Hey de hun ê lê xin

Le bavê bavê mino hun ê lê xin

Rabin kekê mino hun ê lê xin

Hun ê destê xwu bavêjin qayişê mîratê gawir sûstema qûndaxê modalîka çar tiliya li erdê xin

Mêra bikujin, navê revê pê xin

Mûma bitefînin, şemdana vêxin

Xwedayê mi pê zane, ji berê û paşî da mezin û piçûkê me rabûne ranebûne em ê mekûm û firarê destê Roma tirek in, xalisê dînê xwu nin, canfîdayê Mala Şêx in, begê min, ax ay

Axao hey li min, ax li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, sed carî li min

Hay la lo mîro mi go şereka li me çêdibû li hewşa Sarayê, qalekî giran li me daketiye li Kafirê Emirtûmana şewitî, vê sibê dîsa lê dayê li hember e

Na na wele min ê vê sibê bal û dîna xwu berdayê, dîsa ji êvarî Xwedê da li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed, Keremê Qolaxasî tevî Xalitê Ûsiv Begê xweş têê dengê mîratê topan û mîtrelyoza, cebirxanan û gawir sûstema ji êvara mij û dûman e, vê sibê qelebalixê dîsa li mi yeqîn e, şer e

Fersende bi sê denga dikir gazî digo de lê lê Besrayê, te digo w’ez ê Besra me

Ez qîza Eliyê Ecem im, roja şer biqewime qîza heft bavî çê me

Dergûşa ser destê te zarûk û kurîn in, tifal e, şer giran e, tu vê sibê bigre derkeve ji navê here

Besrayê bi sê denga dikir gazî digo de lo lo Ferzende, wele w’ez ê Besra me

Ez qîza Eliyê Ecem im, roja şer biqewime qîza heft bavî çê me

Dergûşa ser destê mi zarûk û kurîn in, tifal e, dikim bi qurbana nav û namûsê Mala Emer e

Ez ê çi bikime Bavê Kazim, Keremê Qolaxasî, sond xwariye bi sondê temam, sondê telaqê jinberdanê, hetanî serê Şahê Îranê jê neke ji vî şerê hanê nayê, tu carê bi Xwedê, venagere, hey la mîrê min, ay

Hey de hun ê lê xin

Le bavê bavê mino hun ê lê xin

Rabin kekê mino hun ê lê xin

Hun ê destê xwu bavêjin qayişê mîratê gawir sûstema qûndaxê modalîka çar tiliya li erdê xin

Mêra bikujin, navê revê pê xin

Mûma bitefînin, şemdana vêxin

Xwedayê mi pê zane, ji berê û paşî da mezin û piçûkê me rabûne ranebûne em ê mekûm û firarê destê Roma tirek in, xalisê dînê xwu nin, canfîdayê Mala Şêx in, begê min, ax ay

Hey axa o hey li min, ax li min, e li min, li min, li min, li min, e li min, li min, li min, hey wax û sed carî li min

Hay la lo mîro mi go şereka li me çêdibû li hewşa Sarayê, qalekî giran li me daketiye li kafirê Emirtûmana şewitî, vê sibê dîsa la dayê rebenê li semta vê kaniyê

Lê dayê rebenê, min ê vê sibê bal û dîna xwu berdayê, dîsa ji êvarî Xwedê da li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed, Keremê Qolaxasî, tevî Xalitê Ûsiv Begê xweş tê dengê mîratê topan û mîtrelyoza, cebirxanan û gawir sûstema dibû humîn û nalîn û zarîna gula topê, xweş tê sewta bêxwudîka vê boriyê

Fersende bi sê denga dikir gazî digo de lê lê Besrayê wele te digo w’ez ê Besra me

Ez qîza Eliyê Ecem im, roja şer biqewime qîza heft bavî çê me

De na na wele çar heb papaxreşê xecera ji êvarî Xwedê da devê mîratê w’almanîkan û gawir sûstema kirine kozik û meterîsê Silêmanê Ehmed, Keremê Qolaxanî, tevî Xalitê Ûsiv Begê bi destê zorê ji milê va xweşmêra vekirine nîşan û rutbê Hamidiyê, hey la mîrê min, ax e

Hey de hun ê lê xin

Le bavê bavê mino hun ê lê xin

Rabin kekê mino hun ê lê xin

Hun ê destê xwu bavêjin qayîşê mîratê gawir sûstema qûndaxê modalîka çar tiliya li erdê xin

Mêra bikujin, navê revê pê xin

Mûma bitefînin, şemdana vêxin

Xwedayê mi pê zane, ji berê û paşî da mezin û piçûkê me rabûne ranebûne em ê mekûm û firarê destê Roma tirek in, xalisê dînê xwu ne, canfîdayê Mala Şêx in, begê min

展开显示全部歌词