
在手机上保存,获得更好体验
Bavê Mihemed Selîm
Wey la w’axao, wey la w!axao
W’ez ê bi diyarê Silotê rezê Mala Mûso diketim, bi çem û kanî
Mi dî Bavê Mihemed Selîm, gula siwara lê girê da mihîn û canî
Bira kula Xwedê tê keve berê Mala Eliyê Dawo, qela mêra li Mala Emerê Sêlim axa wanî
Wey la axao, tu axa yî
Şerek li me çêdibû diyarê Silotê rezê Mala Mûso lo li vî banî
Mi dî Emînê Ehmed, gurê meha sibatê, w’alimanîka xwu’n helanî
Ez ê vê sibê xwu bavêjim bextê namûsa te sekmanî
Tu yê gulekî bermede li beşn û bala Bavê Mihemed Selîm, şahê xorta, çakêt li nava milê xweşmêrî meke bargiranî
Wey la axao, tu axa yî