Çîroka Zoro Axa-Memo Seyda
    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Dane ser hev kulê xwe Zoro axayê gund e

Xortek ciwan û rind e

Bi mêranî daye deng

Pir bi saw e wek piling

Sûnda tevan serê wî

Hemî tên ber derê wî

Weke şêran di şer da

Têne kuştin di ber da

Bêş û bela didin wî

Mal û dila didin wî

Lê ew bi çavekî dî

Wan dibênî wek gidî

Bi zor distênî ji wan

Di nav wan de pehlewan

Zor û setem, tolazî

Ne hawar û ne gazî

Keçek hebû gewr û rind

Bûbû çîrok li nav gund

Rewşê keçek rind û jîr

Xwedî hiş û xwedî bîr

Rokê çûbû ser avê

Ji axê re ket davê

Axa çûbû nav baxa

Guh didêran li zaxa

Dî xuşxuşek tê ji çem

Pêjna Zînê kirî Mem

Xwe berdaye ser avê

Kela dilê wî davê

Dest avêtin milê wê

Bû kutkuta dilê wê

Sivik ew rabû ser xwe

Serê xwe xiste ber xwe

Zoro dest birne sêva

Lêv berdane ser lêva

Rewşa bindest û pepûk

Dihejîya weke çûk

Dilerizî weke rot

Di ber xwe de jê re got:

Ez gundî me li ba te

Wek qewraşa jina te

Tu li şûna bavê min

Qerêj meke navê min

Min bide rencberê xwe

Lê meke hemberê xwe

Rewşa tev de xeml û xêz

Axê ew kire hembêz

Bi ser hev de ew givaşt

Dil û kezeb lê biraşt

Rû bû wek sêvesorê

Derpê jê kir be zorê

Çi qas kire qîreqîr

Ma wê çi b'kî ew feqîr?

Rewşa ciwan pir bedew

Axê lê kir sed derew:

Ez ê te bikim xatûn

Li nêv birca belek rûn

Malê bixim destê te

Xweş bijênim hestê te

Gundî bêne ber derî

Wê sûnd bixwin bi vî serî

Rûnî di birca bilind

Dibî xatûn li ser gund

Li ber te ne zîv û zêr

Kolê te bin jin û mêr

Ez axa û tu xatûn

Parî dikevî nav rûn

Rewşê gote axê har

Sed eman û sed hewar:

Ez di bextê tew Xwedê

Gîsin mebe sersedê

Tu reş meke riwê min

Ez ji te re nabim jin

Çar jin hene rûgewher

Ji mir' dibên wê de her

Ola me bûye wek sênc

Tu nikarî bikî pênc

Zanim çi j' min dixwazî

Pîsîtî û tolazî

Lê axê guh nedayê

Hîvî berdan ber bayê

Bi dest rewşê ma girî

Di nav destan ma mirî

Axayê hov û xwînxwar

Nêçîr hiştî birîndar

Heta rewşê bû telaş

Ji nû axê xwe da paş

Rewşê rabû dil bi kul

Dî ko tev de şil û pil

Ji nû kete gomana

Berê xwe da ezmana:

Ey Xwedayê pir mezin!

Çima te ez kirim jin?

Rast e ez dibim xatûn

Bi min xweş tê ev hebûn

Lê nakevî serê min

Ji axê re bibim jin

Bavê gavan di taxê

Bibî xezûrê axê

Na, ev xewn e, yan xeyal

Ez ê rabim herim mal

Gelo bêjim bavê xwe

Belav bikim navê xwe

Bikim qêrîn û gazî

Nema kes min dixwazî

Vî teresê sermezin

Bê çi anî serê min

Rewşa bextreş û xemgîn

Mirin xweştir dî ji jîn

Hate ser qiraxa çem

Pêlan dikir lemelem

Tirsê xwe berda ser dil

Lê şikandin pî û mil

Mirin pê bû zilindar

Hê ji nû ve bû şîyar:

Ez nabêjim bavê xwe

Belav nakim navê xwe

Ez ê bêjim pîra dê

Belkî bi kêr dotê bê

Rewşa ciwan pir lewend

Berê xwe da nava gund

Zû dûr ketî ji ber çem

Hate malê dil bi xem

Barîn kete berxa mê

Xwe avête sînga dê

Ronik bi rû de hatin

Wek Dicle û Ferat in

- Çiman digrî keça min?

Go: Ez niha bûme jin

- Tolê qehbê çi bûye?

Kurê kê ye ji kû ye?

Zoro baz daye ser min

Keç bûm, wî ez kirim jin

Çiman xwe pê re berda?

Lê Rewşê hew xeber da

Serê xwe xiste ber xwe

Go: Ka rêkê jê derxe?

Nebî bêjî bavê xwe

Derxî derve navê xwe

Binêr ka wê çi bêjî

Bawer nakim bipêjî

Mirovekî serserî

Li tolazî digerî

Ev çavsor û setemkar

Bûye weke gurê har

Lê ez çi b'kim dêya min?

Ma kî dikî bi ya min?

Axa bûye weke dîk

Li nav malan fîkefîk

Geh bi zor û geh bi xap

Ne jinbir û ne jinap

Ne jinbî û ne jî keç

Hemî hiştin xwar û leç

Li gund hene dused mêr

Di şeran de weke şêr

Li ber bûne wek pisîk

Di nav wan de bûye dîk

Eger bidan xwe ciger

Serî hildin em li ber

Bikuştina hina ew

Ji mer' diman pez û dew

Nikaribû yekî dî

Me bibênî wek gidî

Jinek nîn e di êlê

Ko neçûye tihêlê

Bavê te gavanê gund

Ne mêrekî serbilind

Bê pismam û bê xwedî

Karî li ber xwe bidî

Mirovekî bê mijî

Axa karî bikujî

Yan lê bidî bi dara

Li ber dost û neyara

Eger gundî bibin yek

Hin bi dar û hin bi çek

Êrîş bikin derê wî

Yan bişkênin serê wî

Hawîr bênê weke mar

Zû dikujin gurê har

Lê ez çi b'kim, ne mêr in

Li ber axê newêrin!

Bêjin li ber"cîm û lam"

Jê re dibên"ez xulam"

Ez ê bêjim dêya wî

Ko têkevî rêya wî

Eger mar kî te ji dil

Ji dil diçin xem û kul

Bê sergêjî bê pêjin

Ji axê re dibî jin

Pir xweş dibin demên te

Zû direvin xemên te

Padîşahê ser bi zêr

Cihan girtî jor û jêr

Çûk û çivîk bi qijqij

Kom bû li ser çîyan mij

Xwarinxwer û tev candar

Li ber dikin zarezar

Jê dixwazin jîndarî

Lê ew diçî bi sarî

Dereng diçî ber ava

Tavê daye wa nava

Dêya Rewşê kevnejin

Rabû ser xwe hin bi hin

Kincên paqij li xwe kir

Ziman xweş e wek şekir

Berê xwe da qesra sor

Bax û bexçe hawîr dor

Çû cem xatûna mezin

Bi gilî û bi gazin

Wê xatûna dilovan

Gote jina ê gavan:

Çi hatiye serê we?

Birne suxrê kerê we?

Wê go: Ker û mal û can

Ji axê re bi qurban

Ey xatûna malmezin

Axê keça mi kir jin

Zoro dilê xwe xweş kir

Bextê keça min reş kir

Gotê: Ez ê te mar kim

Li ser hespê siwar kim

Bi def û saz û tûtûk

Ez ê te xweş bikim bûk

Eger rast e dixwazî

Vê keçikê bi nazî

Bere xwe jê nedî paş

Bikî ji bo te qewraş

Lê xatûna ser bi zêr

Awir jê dan weke şêr

Çav li serî bûne sor

Digerandin hawîrdor

Bi xeyd gotê: Hiş e hiş!

Riwê kurê mi jî reş

Xwe kir weke gavana

Bû hevalê nezana

Jinên êlê seranser

Yek nemaye, neçû ber

Heçî mêr in li dera

Karin baz din ser kera

Kurê min kirne tolaz

Çiman dikin gazegaz?

Rabe here mala xwe

Lê me mede tala xwe

Li çi cî û qad û şûn

Gavan nebûne xatûn!

Eger derkevî ev deng

Li ser we dê bikin ceng

Win ê tev bêne kuştin

Ji gund herin, biqeştin

Ew dêla keça dêlê!

Bibî xatûna êlê?

Zoro carek pê kenî

Berê rûnê we genî

Kera berdim wê keçê

Bikî vî karê neçê

- Xanim ko zik bû bilind

Ez çi bêjim xelkê gund?

- Sed mitrib û qereçî

Hene weke we birçî

Bide yekî ko bi şev

Ji gund derxî wê bi rev

Lê ko çîrok birijî

Wê axa wê bikujî

Tol û qehpê nava gund

Bibin xatûn, serbilind!

Bêne vê qesra mezin

Ji axê re bibin jin

Her çar jinên kurê min

Keçên bava, malmezin

Me d' wan daye tûrek zêr

Danakevin qata jêr

Rabe here berî bê

Wê te werkî di qesrê

Sosin hate mala xwe

Tiştek anî bala xwe:

Ez ê bêjim bavê wê

Bere derxî çavê wê

Şêro berî roava

Hê tav hebû li wa nava

Garan anî nava gund

Bi dilxweşî, serbilind

Sosin bi şev çûye cem

Dil tije kir kul û xem

Çîrok jê re dirêj got

Çav li serî bûn bizot

Go: Axayê sermezin

Bi zor keça mi kir jin!

Her du rabûn çûn hewşê

Şêro go: Ba ke Rewşê

Ser di ber de Rewşê hat

Hewşa wan bû Rojhilat

Tava wê da dîyara

Bû xurm xurma dewara

Varik ji xew şîyar bûn

Ji pînikên xwe derçûn

Çûk firîyan ref û kewt

Kûçik reyîn, kewtekewt

Ji wan we ye bûye roj

Şev ji wan re weke doj

Şêro gote: Rewşê, ê

Ka çîroka xwe bibê!

Dûr û dirêj jê re got

Dilê bavê xwe wê sot

Go: Hêj ez nemirî, sax

Keser vedan axeax:

Ew baz dî ser keça min

Bi zor ew te bikî jin

Nema diçim ber sewêl

Ez ê li wî bikim hêl

Rêkê jê re bibênim

Heyfa xwe jê hilênim

Hêsan e kuştina wî

Jinbî bikim jina wî

Rewş û Sosin çûn ji gund

Şêro maye weke kund

Tiving hilda milê xwe

Berê xwe da qesra sor

Dî ko her kes diçî jor

Kete ber derê odê

Xurtî xwestî ji Xwedê

Axê pal daye kursî

Heçî tê lê dipirsî

Çawa Şêro çû banî

Keysa xwe l' axê anî

Axê go: Çi l' milê te?

Çi ketiye dilê te?

Ez bûm xezûrê axê

Bûm şergelê nav taxê

Axa rabû weke gur

Dengê xwe lê bilind kir:

Ka bibêje vê şevê

Tu hatiye, çi divê?

- Divêm qelen bidî min

Heqê kefen bidî min?

Qelen, kefen, çi ne lo?

Lê di dev de Şêro go:

Te baz da ser keça min

Te ew bi zorê kire jin

Axê gote: Bes kûçik!

Şêro tiving xiste zik

Çawa deng ji tivingê hat

Şahê mezin bûye mat

Her yek li cîkî rûnişt

Kesî nego: Çima kuşt?

Çîrok li gund bela bû

Dilê tevan lê şa bû

Tev de çûne cem gavên

Jê re gotin: Em divên

Te l' ser xwe bikin axa

Bidin dest te va baxa

Şêro kişand yek nefes

Go: Ma axatî ne bes!

Bere tev bibin heval

Li xwe par kin qad û mal

Tev de bixwin va baxa

Em ê çi b'kin bi axa?

Em ê tev de herin kar

Kara jê bê bikin par

Çend mirovên bîrewer

Bikin ji bo xwe rêber

Tevan çepik dikutan

Bijî şêrê pehlewan!

Hindam kirin hevparî

Ronî hat û çû tarî

Zorê koça xwe bar kir

Xebat bi wan bû şekir

Gundê xwe kirin"kolxoz"

Ceh û genim kirin koz

Rewş û Sosin hatin gund

Şêro bûye serbilind

Çend roj neçûn Rewşê dan

Karkerekî pir ciwan

Bi heft zirne û heft def

Mitrib hawîr gihan hev

Bil lîl-lîl û bi tûtûk

Rewşê ji nû kirin bûk

Pîra zor dane lîlan

Xorta xweş girtin dîlan

Bi ser wan de hatî şev

Bûk û zava gihan hev

Çi b'kim ku yek nabî şêr

Tev dibezin li berjêr

Dane ber çavên xwe rev

Roj li ber we dibî şev

Mişk ji qulan derkevin

Win ê ji ber birevin

Eger bête we pisîk

Win ê bibin nexwerîk

We çîroka min bihîst

Rista me bû sed û bîst

展开显示全部歌词