
在手机上保存,获得更好体验
Agir barî mêrg û beyar e,
Bûn kerkong û rijik:
Bilbil li baxê min ne yar e,
Li dewsê ma qijik.
Çi bê hed in gunehên xelkê:
Yara min e ziyaret,
Li dewsa ku nemerd bike delkê
Min dide cizaret:
Nade dest min soz û gilî
Di dilikê min de - eman,
Baxçeya min ê gulî-milî
Dibe toz û dûxan.
Ez ê herim, ziyaretvan im,
Ber bi ezizyarê,
Weleh, ji wê re ez qurban im,
Li dest û piyan bêm xwarê
Bila mîna berxa qurban
Li ber şerjêbim yekcar,
Tek rehma wê bibe baran
Di xwîna min re bê xwar.