Ciwanî û temen ji dest çu ez xapiyam
Por kûr ê dil ji hinavê bir û çû û hilda
Hevîye dil di nav çar dîwar ên zingarî de rizîyan û rizîyan
Daxwazî li ber bayê xerbî çu firîyan û reviyan û lezîyan
Barana adarê bi ser min de barîya dibarîya û barîya
Şev hat nîvê şevê ez bi tenê mam girîyam û girîyam
Pêl bûm ez li nava bahra ji bilbil ra ez gul bum bi hêvî bum bi tîn bum
Hatim çilmisandin hîna ez bi bîn bum ji cî bum ji bîr bum ez pîr bum
Ez xapiyam ez xapiyam Ez xapiyam ez xapiyam