Bo Bîranîna Etemê Rehmetî-Yunus Dişkaya

Bo Bîranîna Etemê Rehmetî

时间:2016-04-01

    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Kur dikşîne nefesê,

Ruh hatiye ber qefesê,

Lê teyîsiye reng û rû,

Dê nagrî, xwe venarû.

Bigirî kurê bitirse,

Negrî - ax dil diquse..

Bûye rûnê li ser sêlê,

Hê nehele qertelê?

Kur dinihêre li çavên dê:

"Li min sar bûne dest û pê,

Ji çi re nagiriyî, dayê can,

Bigirî, bigirî, binale,

Ez jî dizanim, xayê can,

Ya min boş û betal e."

展开显示全部歌词