Zozan
De rê wî Zozanê heyra wele w’ez ê narime çiya, lê çiya sar e
Wele serê te yê bi şar û temezî ye, malxirabê goyê te biguhar e
Na na wele pozê te bixizêm e, destê te bazin e, malxirabê cotê nigê te bixirxal e
Lê lê Zozanê malşewitiyê, li gorî kitêbê destê şêxan û mela, dibê zewaca bêdil bi nîkah nayê birîn, malxirabê mehra şindokê mêrê wê te betal e
Zozan hey Zozan, cînar hey cînar
Wî Zozan hey Zozan, her demê yar yeman
Wî Zozan hey Zozan, lê cînar hey cînar
Herê Zozanê digo lo lo lawiko malxirabo, dilê mi keçikê, mi evdalê, ji dilê karê
Na na wele min ê av xwariye ji kelemê, ji çirava, ji kanîsarka lo ji koka darê
Hêviya mi heye ji Rebê alemê, qerexebera kotî şindo nemendî mêrê xirab lo ji mi ra bata, wele şevekê ji şevê payîzê hetanî kazima şeveka serê sibê, lo lo bi sonda qesemê, min ê ji te ra koloz baniya nava şarê
Zozan hey Zozan, cînar hey cînar
Wî Zozan hey Zozan, her demê yar yeman
De Zozan hey Zozan, lê cînar hey cînar
Herê wî Zozanê malxirabê wele w’ez ê koşkî ji Zozana xwu ra lê kim ji mircana
Na na wele w’ez ê cam û pencera li ber xim ji mîratê van karîbana
Hewar Xwedê, xwezla min û karî Zozana xwu qasekî tê da bikirana kêf û laqirdiyê dinyayê, dinyalikê, heta pez li me bihata bêriya serê sibê, gundîno çêlek li me werin dana
Zozan hey Zozan, lê cînar hey cînar
Wî Zozan hey Zozan, her demê yar yeman
De serê min û karî Zozana mi çima xalî nabe lê ji dewan û dozan