Gênc Xelîl-Osman Mehmed
    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

De werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo

Were lo lo, were lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, … lo lo nemayê

De lo lo lawko ez bi qurban, rabe dilê mi bi ser te da kalekal e

Yekî cewabekî da mi go qîzê mala bavê şewitî, lawkê te li welatê xerîb û qurbeta nexweşekî çi pir î bêhal e

Ez ê rabim herim welatê xerîba, ez ê ji lawkê xwe ra bibim doşek û balîf û nazbalîf û berpal e

Ez ê destê lawkê xwe daynim ser cotê zermemika, devê lawkê xwe ji êvarê hetanî serê şeveqê, ez ê bixim qirika xwe ta binîşan û xal e

Ez ê ji êvarê hetanî serê şeveqê lawkê xwe li nava cotê zermemikê xwe bigerînim, serê şeveqê kembera pişta xwe bişkînim ji hespê lawkê xwe ra çêkim nal e

Xizêma pozê xwe derxim ji hespê delalya dilê xwe ra çêkim bizmar e

Ez porê serê xwe jê kim ji hespa delalya dilê xwe ra vê sibê çêkim serkele û doxhefsar e

Gava lawkê mi serê şeveqê ji malê siwar be, bira jê ra nebêjin çi siwarekî bêpergal e

Nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê

Ez ji pismamê xwe ra li welatê xerîb êdî nemînim, nemînim li dinyayê

De werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo

Were lo lo, were lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, werelo lo lo, … lo lo nemayê

De lo lo lawiko ez bi qurban, rabe lawkê mi di xew da ye

Ez qêmîş nabim lawkê xwe ji xew rakim

Ez ê lawikê xwe bibme Diyarbekira şewitî cotek ji cotekî îskarpêla Diyarbekir di linga kim

Ebakî Besra di nava mila kim

Kehêlekî ji kehêlê welatê jêrîn ez ê di bin da kim

Ez ji êvarê hetanî serê şeveqê li nava cotê zermemikê xwe bigerînim, serê şevekê bi dengê melê şafîiya ra, bi qêrîna dîka ra, bi dengê dengbêja, bi sewta bilûrvana, bi têlê tenbûrê, ez ê li temamê dinyayê bigerim, herime Hemikê, Hemayê, Mûsilê, Bexdayê, Şûşarê, Tekmanê bigerim cotekî şalûl û bilbil vê sibê ez ê ji lawkê xwe ra peyda kim

Wexta lawkê mi di xew da bînim, di ser serê delalya dilê xwe da bi dar da kim

Ez ê delayê dilê xwe hêdî hêdî, yawaş yawaş bi dengê şalûl û bilbila ji xewa şêrîn rakim

Gava lawkê mi serê şeveqê ji malê siwar bû, piştî delalya dilê min eger dê û bavê min bi gazin û loma kin, ez ê dê û bavê xwe bi tevî koma bira, pismama, gundî, cînarê xirav bigirim, jê ra bi qurban kim

Nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê

Ez ji pismamê xwe ra li welatê xerîb êdî nemînim, nemînim li dinyayê

展开显示全部歌词