Tembûr Dîsa-Cudi
    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Pêşgotin:

Heval Mihyedîn va xort pir in bi doza te re

Tu bûyî nîşan ji me re

Te dilê Kurdan şad kir

Te reformistî ji cî rakir

Te milet tev şiyar kir

Te dijmin bê hêvî kir

Te serkeftin pir nêzîk kir

Tembûr dîsa dikê nalîn

Dengê şehîdê kurdistanê

Saza dilê birîndar

Saza hêstirên ziwa

Saz bike ey hevalo

Riya heval Mihyedîn

namirê va dil de ye ..Ey hevalo

Namirî namirî Heval tu namirî

Xortê hêja heval Mihyedîn

Te hilgirte bar tifing û al

Rengê heval Mihyedîn

Va ye li ber çava ye.. Ey hevalo

Ji me dixwazê xebat

Ji bo Kurd û Kurdistan..Ey hevalo

Namirî namirî Heval tu namirî

Em li pey te pey şova te

Mêr û jin tev pey agirê te

Dengê heval Mihyedîn

Va ye li nav me de ye..Ey hevalo

Sonda me bi navê şehîd

Hevalê me Mihyedîn

Em jî li pey doza wî..Ey hevalo

Namirî namirî Heval tu namirî

………………………………….

Nivîs û xwendina pêşgotina stranê: Sebîh Ehmed

Helbest: Ednan bavê Hêco

Awaz: Ednan bavê Hêco

Deng: Nûhat hecî Diyab

Rewşen Şalo - Dîlber Omer

展开显示全部歌词