Bavê Selhedîn-Hekim Sefkan

Bavê Selhedîn

歌手:Hekim Sefkan

时间:2026-02-22

    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Bavê Selhedîn

Nemînim, nemînim, nemînim, nemînim

Wey le axa nemînim ji te ra

Le tu yê darê dîwanê belek, çiftê xanima, komê xulam û xizmetkara tevî qesr û qonaxê gumguma kamil bêxwedî dihêlî ji kê ra

Hey la lo axao, heyra mi go şereka li me çêbûye li Gonîga Jêrîn û Jorîn, Seksa Somerê, hafê her du ava, wê le dêran ez im, li xopana Qizilçibûxê lo ma bikele ye

Min ê vê sibê bal û dêla xwu berdayê dîsa ji w’êvara Xwedê da mîna carê cara li ser kozik û meteresê Mala Evdilezîz dîsa şer e, qal û qewxe ye

Hey la li mi porkurê mi go giran e dengê mîratê bêşatêşan û gawir sûstema, wele ji w’êvar da ketiye Gonîga şewitî, lehfê çiyê, giran e ji pê ra bi ser me da bûye law xelxele ye

Le mi dî Sebrê bi sê denga dikir gazî, digo Seîd bavê bavê mino tu yê ji mêra mêrî çê be, wele Xwedayê mi zane, ji berê û paşê da daîma mêrkuştin, namûs karê lo mala me ye

Le bira kula Xwedê bi kul be tê keve berê mala Reşîtê lawê Tilhed, serî sebeba, fesadê dinyayê, derbekî berda li beşn û bala Bavê Selhedîn, ez ê çi bikime ji w’êvar da bi di gula birîndar e, dîsa halê wî tune ye

Mi bala xwu dayê, li erefa meydanê sekinî Yadoyê Dimbilî, Siwarê Delû Nîgarê, kilê çavê Têliyê, tevî şahê xorta, teyrê ecel, Bavê Çerkez, Siwarê Kapir e, ji tevî xara Sedînê Mala Telhe ye

Ê nemînim, nemînim ji te ra

Wî le paşa nemînim ji te ra

Le tu yê darê dîwanê belek, çiftê xanima, komê xulam û xizmetkara tevî qesr û qonaxê gumguma kamil bêxwedî dihêlî ji kê ra

Hey la lo axao heyra mi go şereka li me çêbûye li Gonîga Jêrîn û Jorîn, Seksa Somerê, hafê her du ava, wî le dêran ez im li xopana Qizilçibûxê, lo li gaza çiyê

Hey la li mi porkurê min ê vê sibê bal û dêla xwu berdayê, wele giran e tivinga ser destê Bavê Silhedîn, gula xorta, reysê isata, ji êvar da deng daketî bajar ji bajara Kêxê ye

Le mi dî Sebrê bi sê denga dikir gazî, digo Seîd bavê bavê mino bikime, kesekî xêrxwaz li xopana gundê me tune ye

Na na wele bira vê sibê rabe cewabeka bibe Xarpêta şewitî bide Reşîtê Telhed, le bêje mala te xera be tê yê têlqirafekê bidî Enqera kambax, Madiyê Mala Xelîl di gulê mîrata sûstema birîndar e, bira îro pêşîka sirgun û qaçaxê Mala Xelîl vegerînin law ji xerîbiyê

Le w’axa nemînim ji te ra

Paşa nemînim ji te ra

Wele tu yê darê dîwanê belek, çiftê xanima, komê xulam û xizmetkara tevî qesr û qonaxê gumguma kamil bêxwedî dihêlî ji kê ra

Hey la lo axao heyra mi go şereka li me çêbûye li Gonîga Jêrîn û Jorîn, Seksa Somerê, hafê her du ava, wî le dêran ez im li xopana Qizilçibûxê, lo me bi darê bî ne

Min ê vê sibê bal û dêla xwu berdayê qeflekî siwarê Mala Evdilezîz, le mîna carê cara derketine ji mehkûman û fîrara, ketin lehfê çiyê, Gonîga şewitî, ji w’êvar da ge dixarînin law ge dibezînin

Le bira kula Xwedê bi kul be tê keve berê Mala Reşîtê lawê Tilhed, serî sebeba, fesadê dinyayê, derbekî berda li beşn û bala Bavê Selhedîn, ez ê çi bikime vî xweşmêrî ji êvar da bi di gula birîndar e, dîsa halê wî tu nîn e

Hey la li mi porkurê mi bala xwu dayê, li erefa meydanê sekinî Yadoyê Dimbilî, Siwarê Delû Nîgarê, kilê çavê Têliyê, tevî şahê xorta, teyrê ecel, Bavê Çerkez, Siwarê Kapir e, ji tevî xara Sedînê lo çavhêşîn e

Gidî w’axa nemînim ji te ra

Wî le paşa nemînim ji te ra

Le tu yê darê dîwanê belek, çiftê xanima, komê xulam û xizmetkara tevî qesr û qonaxê gumguma kamil bêxwedî dihêlî ji kê ra

展开显示全部歌词