Xezal-Hekim Sefkan
    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Xezal

Xezal, xezal, de hayê, hayê, wayê, wayê, wayê, wayê, wayê

Wele w’ez ê xezal im, ji xezala çiyayî bidar im

Wez ê xezal im ji xezala çiyakê bidar im

Yadê rebenê wele w’ez ê werdek im, ji werdekê golî avî sar im

Ez ê sala par vî çaxê delalîka ber dilê lawikê xwu bûm

Gulik û gulbendê ber destê qîzan û bûka bûm

Ê le sala îsal w’ez ê ketime tor û bextê kotî heram şindo nemendê mêrî xirab, mîna kundê qûça hêdî hêdî, yawaş yawaş w’ez dixwarim

Hey xezal hayê, le xezal, hayê lê xezal, xezal cefayê

Li qûna Çiyayê Şengalê xezala min ê vê sibê rûniştiye, siya mîrata wê etekê, ez dikim nakim ji êvara Xezala mi xeyidiye hewar e, çima xezal li min nayê rayê

Xezal, xezal, de hayê, hayê, hayê, hayê, wayê, wayê, wayê, wayê

Wele w’ez ê xezal im, ji xezala Çiyayê Xezaliyê

W’ez ê xezal im ji xezala Çiyakê Xezaliyê

Ê le devê min ê li çêrê, çavê min ê li bazdanê, goyê min ê li gudariyê

Xwezla w’ez ê bibûma surimekê ji surimê darê bêxwedîka modaliyê

Tê ketama qol û milê delalî malê, çend sala pê ra li zozana hêdî hêdî, yawaş yawaş bigeriyama, li seyda kewmariyê

Hey lê xezal hayê, lê xezal hayê, lê xezal hayê, xezal cefayê

Li qûna Çiyayê Şengalê xezala min ê vê sibê rûniştiye, siya mîrata vê etekê ji êvara mila ve, ez ê dikim û nakim xezala mi ne radibe, nede diçêre, hewar e li minê çima xezal nedikayê

展开显示全部歌词