Derya Evîn-Memo Seyda
    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Derya evînê kûr û dûr

Pêl tên ji ber tofanê dil

Xalên li dêman şewq û nûr

Neqş in ji dest hozanê dil

Xalên li dêman bûne xet

Pêta evînê jê veket

Min sebr û seman nîn qet

Kengî didit meydanê dil?

Meydan nedaya dilşehê

Xencer bi dest ebrûmehê

Ez dê ji kê kim gilehê

Ger ew bibit suiltanê dil

Ew padîşaha serbizêr

Awirpilinga saweşêr

Wêran kirin mizgevt û dêr

Wê bir bi dev talanê dil

Talan kirim wê Qeyserê

Paşa û Kesra û serê

Çawa ku hatî pencerê

Hatin sema perwanê dil

Govend û şahî hey hey e

Bê çeng û dahol û ney e

Min dilbijê çavê te ye

Ey padîşah û xanê dil!

Awir ji çavan tên dil e

Lewra me îro dil kul e

Derman ji lêvên sorgul e

Ey melhem û dermanê dil!

Îro gelek rencûr e dil

Her dem ji dostê dûr e dil

Wek Nûrî û Mensûr e dil

Ma wê çi kî xopanê dil?

Dilgirtîyê biskên reş e

Dost bêjî çi ew pê xweş e

Wî ser kişandî Laleş e

Pîrê derê meyxanê dil

Baxê bihiştê sîng û ber

Lêv sorgul û sêv gewr û zer

Reyhan û sunbil kat û ter

Xweş lê dikit seyranê dil

Îro Cigerxwîn bûye şah

Gava me dî zêrînkulah

Ew dêmgula ebrû ji mah

Hatiye ser civanê dil

展开显示全部歌词