
在手机上保存,获得更好体验
Gulîzerê, dengê te tê ji êla dûr, wa bi kurdî,
Kubira delal, sedaya şîrin ez helandim li vî erdî,
Sedaya te tê, gendî mîna deng û sedaya gozel kewê,
Dengê te bûye teyredek e - bi perwaze li nava hewayê.
Dengê te tê, dixulxule mîna aveke kaniya zelal,
Hezar-hezar kurdên cahil li te mane heyr û metal.
Gulîzerê, tu dibêjî:"Her kî ji dilan dil hebandiye"...
Tu çi zanî, te li vir dilek li ser xwe nehelandiye...
Gulîzerê, tu li wir distirêyî:"yar gul, yar gul. . ."
Tu çi zanî yek li vir li ser te nebûye şarûr û bilbil.
Gulîzerê, ez heyrana sedaya şîrin, te wî dengî,
Dengê te yê ezîz şehde, ez li ser te bûme bengî.