
时间:2016-04-01
在手机上保存,获得更好体验
Nizanim xayîn î, nizanim bi bext î,
Nizanim oyîn î, nizanim her wext î,
Nizanim şibhan î, nizanim alçax î
Nizanim nuxsan î, nizanim qibrax î,
Nizanim li erdê yî, nizanim li esman î,
Nizanim xwedê yî, nizanim însan î -
Ez ji te hez dikim!
Ya rabilalem,
Ya rehm û kerem,
Ya nêt û merem,
Ya şert û qesem,
Ya xeyal û xem -
Herdema min.
Û gurr e, û gurr e, muhbeta min pirr e,
Bi ser te de dixure, bê bend û bihur e,
Tijî lal û durr e û hur e, û hur e,
Xendeqan dibirre, di kendalan dizivire,
Difire, difire.
Û hevsûd û bêkêr, nuxsan û necamêr,
"Kal û extiyar","xort û mêr", gedengên duh na pêr
Girtine mer û bêr û xişpik, şîş û kêr
Dikin ku fend û sêhr bibirrin li jor û jêr
Ew qilêr, ew qilêr.
Lê har e, lê har e, li sirt û beyar e,
Nepenî ye, berwar e, difire tê xwar e,
Qibrax e, kubar e, şemal e - dibare
Gazî û hewar e:"Ha were, ha were..."
Ez ji te hez dikim!
Ya rabilalem,
Ya rehm û kerem,
Ya nêt û merem,
Ya şert û qesem,
Ya xeyal û xem -
Herdema min.