Dêrika Rengîn-Cudi
    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Dêrika rengîn girê mede şîn

Hêstra mebarîn dil meke birîn

Rêber Ismaîl ,Emer û Ceger

Namirin tucar di dil de dijîn

Dêrika rengîn

Zanim tu mêr î ,xurt û dilêr î

Jîna bindestî tucar napijêrî

Roja ceng û şer her tim li pêş î

Qelen ne gewher xwînê dikêşî

Dêrika rengîn

Serî hilde jor , binêr hawîrdor

Gurmîne gurmîn dijî zilim û zor

Leşkerên Mahsûm radikin sînor

Ala kesk û sor bilind dikin jor

Dêrika rengîn

Xweş binêre tu li Kobana dilvîn

Ew jî nola te qelen didê xwîn

Yan jê binêre Efrîna şêrîn

Îro ew bûye kelha tekoşîn

Dêrika rengîn..

Destê hev bigrin herin dîlanê

Gur bikin arê cengê li Botanê

Bê we serkeftin nabê diyarî

Kurdistan rizgar nabê tucarî

Dêrika rengîn..

Li ser rêka Ceger xortan tu rake

Evîna Îsmaîl di dilê wan de ke

Ji bo yî şoreşê tim wan dîyar ke

Dilê gelê Kurd bi carek şake

展开显示全部歌词