
在手机上保存,获得更好体验
Pêşgotin:
Dijwar û Xelîl û Xeyrî şehîd ketin namirin
Xaka Kurdistan şûştin ji gemar
Namirê Xelîl bimrê sitemkar
Namirê Xeyrî bimrê kedxwar
Namirê Dijwar hevalê hozan
Bijî serxwebûn bimrê koledar
Hey heval Dijwar dengbêj û hozan
Pilingê başûr zana û rêzan
Dengê tembûra te di nav malan
Xweş dikir dilê piçûk û kalan
Ax hozanê gel heval Dijwar
Ji bo Azadî te dikir hawar
Te dicivand tev dost û heval
Bi dengê xwe yê xweş hozanê delal
Bûye partîzan bûye tekoşer
Te xebat dikir her cî û her der
ji bo xelasiya Kurd û Kurdistan
Bin zilm û zora sitema giran
2'yê Mijdarê qesroka gelî
Fîşek dibarin wek toz û xwelî
Ji devê firok, top û tifingan
Bi ser Dijwar û wan 6 lehingan
Di qada cengê de tu bûyî xweşmêr
Li dijî mirinê tu bûyî wek şêr
Berxwedana te wê tiris da neyar
Paş ve direvin ser zik wek mar
Şervanê başûr li wir bûye şehîd
Wek Cewdet, Rênas û Egîd
Ji bo Azadiyê ji bo rizgariyê
Dijî koletiyê dijî kedxwariyê
Hevalên te ne em tev de Dijwar
Tekoşîna te em ji bîr nakin
Doz û tola te em winda nakin
Berxwedana te kete dîrokê de
Ya dijî dijmin ya di Cûdî de
……………………………………..
Ev stran ji alboma Ava Mezin ya sala 1990'an a ji berhemên koma Cûdî ya bajarê Dêrika Hemko ye
Helbest: Diljan Cûdî
Awaz: Şehîd Emîn Sofî
Deng: Kerîma Sofî