Roja şanzdehê êvarê, guregura teyaran Ser me de bombe barî, Helebçe dinale Dayê ji bîra me nare, anê ji bîra min nare Roja reş li Kurdistanê, qet caran ji bîr nabe Hey zîndan hey zîndan
Hey zîndan hey zîndan
Wek ejderhayê bi heft seriyan Ketiye nav Diyarê bekir
Her roj can digire li îşkencan
Tirk û ereb û ecem in, tim li dijî kurdan in Pênc hezar kes şewitandin, Helebçe dinale Dayê em ji bîr nakin, anê em qet bîr nakin Candayîna zarokan, jin û mêran ji bîr nakin
Berve rojên Newrozê, şîn kete nav şahiyê Namirin şehîdên Kurdistanê, dayê qet menale Anê qet menale, egîdan tev serî hildane
Li ser çiyan û li zîndanê
Xwarina wan gostê mêran Vexwarina wan xwîna kurdan Li Helebçê heta Botan Wêran kirin welatê kurdan
Gotin û Qeyde: Ali Baran