Wey Xanimê-Hekim Sefkan

Wey Xanimê

歌手:Hekim Sefkan

时间:2026-02-22

    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Wey Xanimê

Gidî eman, neman, neman, neman, neman, neman, wey Xanimê

Le mi go dêgawirê, bavzalimê

Te digo meqsed û mirazê mi bê dilê min e, mêrê mi miskînî ne mirdar e, xewka mi tevî wî nayê, wele hetanî roja a mirinê w’ez naçimê

W’eman, neman, neman, neman, neman, wey Xanimê

Eman, neman, neman, neman, neman, lê lê rinda mala

Mi dî rinda mala sibe ye ji avê hato, ji xwu ra dimilmilî

Wele beşna zirav di kesk û zer da dixemilî

Ez ê çûme serê rêka Xanima w’apê Hecî Elî Çawîş, çawîşa qîzan û bûka, xezala qirmê Çiyayê Qerecdaxa malikwêran, min ê tewaf kirî sûretê derman kirî

Şeytan û fesadê gundê me gelek bûn, w’îro li min û Xanima apê Hecî Elî dilo tev çûne gilî

Eman, neman, neman, neman, neman, lê lê rinda mala

Mi dî rinda mala sibe ye ji kaniyê hato dilo mi naz nekir

Wele cilê bûkaniyê, xemla mezin li beşna xwe kir

Min ê kaxidekî bi hecacê w’îsal ra yazmîş kirî şandî kana Rebê alemê, qapiyê meqsed û miraza, dergaya Mîrê Mîra, Padîşahê rihma keremê, ji bextê min û te ra qeder nekir

W’eman, neman, neman, neman, neman, wey Xanimê

Erê mi go dêgawirê, bavzalimê

Malxirabê te digo mêrê mi bê dilê min e, heta şeveqa serê sibê wele li nava ciya dike nake ti car w’ez beriye dilo xwu nadimê

展开显示全部歌词