Em jinin tên ji himbêza jînê
Îştar bi bayê xwe rê vedike
Me stêr danhev bi destê xwe
Xemilandin por û keziyen xwe
Li pey şopa Sitara yezdanî
Bi şîrê xwe mezinkir mirovahî
Di tûre me de keda vê jiyanê
Jin avadikin ji nûve şaristanê
Em jinin rengvedana xwezayê
Di hûnin bi destê xwe jiyanê
Îro di nav tarya serdema navîn
Bi ronya hêza xwe em pêşengin
Doh em taca serê mirovahiyê
İro di afirênin xwe ji nav tariyê
Serbilindin, em xwe di parêzin
Em hene, li virin, em bi hêzin
Em hatin ji dirokeke wenda
Îro em bi serê xwe bêhempa
Bê nav û bê ar û bê rûmet man
Ji nû xwe afirand wek sîmurgan
Me silavek da hemû Jinan
Em bûn mînaka şoreşa cîhan
Cengame îro gerdûniye
Jinen Kurd nivîsîn ev destan
Li pey şopa Sitara yezdanî
Bi şîrê xwe mezinkir mirovahî
Di tûre me de keda vê jiyanê
Dem ya meye, Jin, jiyan azadî