ÇIYA LI DEŞTÊ KIR
Ji rengê dîlbera horî
Gul û reyhan li min peyda
Zerîfa şeng niha borî
şeveq dabû di rewdê da
şeveq da erd û ezîmanî
Li min dilber tu astanî
Dixwim sondê bi Subhanî
Zûleyxa bû di Misrê da
Tu çêtir ji Zuleyxayê
Nihin wek te li dinyayê
Dixwim sondê bi Tahayê
Munewer bû di nûrê da
Şikir ji bo te ew çêkir
Çiya anî li deştê kir
Dema ku min nezer lê kir
meşiya çû di xelwê da
Munewer bû di nav nûrê
Kemer dabû li ser sûrê
Ji rengê dilbera horê
Dilê min tîrekê lê da
Li min da tîreke dijwar
Serê tîrê dilde çû xwar
Dema ku ez dikim hawar
Wekî Mecnûn di deştê da
Wekî Mecnûn dimînim ez
Fena bilbil dixwînim ez
Heta kengê dê bimînim ez
Di hebs û hem zîndê da
Şikir ji bo te ew çêkir
Çiya anî li deştê kir
Dema ku min nezer lê kir
meşiya çû di xelwê da