
在手机上保存,获得更好体验
Hay Lê Dîlê
De rê hay lê dîlê, hay lê dîlê, hay lê dîlê, hay lê dîlê, lê were dîlê
Lê lê dayê dêranê Xwedê hebîna, hun ê mikur bikin, way lê bikin, bikin
Hun ê berê mi bidin sewketxana Diyarbekir, qatekî cilê ekseriya qerenîzama way lê reş li mi kin
Ji bûna reza Xwedê û Pêxember lawikê min ê ecemî ye, li meydana w’Erzurimê, li pêşîka delalîkê dilê mi da dersa lê talîm bikin
Lê hay lê dîlê, lê dîlê Durê
De rê hay lê dîlê, hay lê dîlê, hay lê dîlê, lê were dîlê
Lê lê dayê nemayê sibe ye mi dî tîranê ji Îstesûna Diyaarbekir way lê hereket kir
Wey la li mi porkurê, li erdê binya mala me sekinî, bi sê denga we lê minawire kir
Wele min ê vê sibê rabûye qatekê cilê dewrêşan û cansûsa way lê li beşna xwe kir
Hewara Xwedê, ez ê li temamê odê tîranê digeriyam, hebo hebo way lê mi yoxilme kir
Ji bûna reza Xwedê, wele derdê dilê mi gelek in, delalîkê dilê mi tê da bû, koran^î bi çavê mi da hato way lo mi naz nekir
Lê hay lê dîlê, lê dîlê Durê
Derê hay lê dîlê, hay lê dîlê, hay lê dîlê, lê were dîlê
Wey la dayê mi go di binîka mala me da way lê bi zeviya ketê
Bira kula Xwedê tê kevê berê mala ezayê gundê me, her çar ezakê way lê vê heyetê
Le çewa destê min û delalîkê dilê min ê ji hevdû qetandine, berê wî dane kambaxa w’Erzurimê, eskeriyê bêxwedîka way lê vê xurbetê
Lê hay lê dîlê, lê dîlê Durê