Sebra dila-Memo Seyda

Sebra dila

歌手:Memo Seyda

时间:2026-01-01

    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Sebra dila bihar e heyamê dila, lê dil xatira, wayê

Sebra dilê mi bihar e, heyamê dilan û xatira

Xwezil mala bavê gewra te bar bikira bihata vira

Min ê bejna te zirav ji gul û sosin û rihana bixemilanda tevê hev bikira

Destê xwu biavîta baqê reşguliya birevanda welatekî xerîb, bira kesî nizanibiya ez û tu ji kê derê ne, destê te ji eşîra mala bavê te biqetiya, tê li welatê xerîb mecbûr bibiya te yê destê xwu biavîta teka dilê rezil gazin û lomê xwu pê da bikira, wayê, wayê

Sebra dila mi îro navê te nizanibû, mi ji te ra digo hey lê way, lê pêşmalzerê, wayê

Mala mi bi xulama te çavreşê, bejinziravê, rengesmerê

Mi ji te ra ne go bi lehzê rabe, gavê werê

Gava tu hatî mi destek avîte xala gerdenê, mi destek kire ber qulpê kemberê

Mi nizanibû ji îxbala mi ra heramî mêrê te sekiniye xwu da diyarê sivderê, wayê

Wexta heramî mêrê te dît destekî mi li gerdena te bû, destekî mi li ber qulpa kemberê

Xwezil ji xêra mala Xwedê ra, Xwedê ew heramê mêrê te îman şaş bikira, ji te ra bigota êdî keçê qewlê Resûlê Xwedê tu ji min ra nabî, hey wax li min, wax lê tu ji mal derê, wayê, wayê

Keçikê digo lo lo lawiko wexta ez qîz bûm wî, lo lawiko ne mi mêr nekir, wayê

Mala te mîrat biyo ca rabe gidî wexta ez qîz bûm min mêr nekir

Porê mi reş bû, mi porê reş temam spî kir

Çi qa nexşê çîn û maçîn mi zanibû mi tev ji boy xatirê bejna te ji bîr kir

Lawo heft lawê mi hene, her heft lawê mi azep in, ber bi zewac in, wekî ez îro şûn da sed sal emrê min û te be şevê, royê dîsa çavê mi li zewaca te bû, ax lawiko mi rêka wî lo te bekle kir

De can, de can, de can, de can, de can, de can, de can, de can, de can û de can

Tim û tim xerabmalê bejna te me, dû te ra li dinyayê loma ji heramê mêra ra hey wax li min, lo mi tu mal nekir, wayê

展开显示全部歌词