
在手机上保存,获得更好体验
Xato û Nusredîn
De hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal
De hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hal lo delal, hay lo delal, lo Nusredîno
Erê hay lo delal, hay lo delal, Nusredîno
Wele Nusredînê mi yeke bizdonek e, piça kezebê pê’r tu nîno
Malxirabo ez ê rojê di car û sê cara dibêjimê tu ji xwu ra were law mi birevîno
Wele kawîsê bavê min merivkî pir zengîno
Tu qelenkî ji Nusredînê mi nastîno
Ez ê dikim û nakim qam û qidûm û çok û cûnya naşidîno
Nayê bi destê mi karê xezalê nagire ji xwu ra dîsa narevîno
Erê hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, Nusredîno
Lo lo Nusredîno ez ê hatime şewitiya Şermo me bitatik e
Xwedayê zane, dibên Xato yeka bejn zirav e, xwûnşêrîna devlikena pir xweşik e
Mi dî Xato vê sibê cotê cêrê nû hilanî qesta Kaniya Sako dike
Hema li ser kaniyê disekinî ji bona xatirê derdê dila, cotê cêra li nîvê tehtê dida helhel dike
Xato dilezîne daw û delingê xwu nê hildike
Wê le berê xwu da Kaniya Henê, Çemê Bazo, Ça Badika li cem Şêx Sebrî, li kawîsê bavê xwu gilî dike
Şêx Sebrî digo lê lê qîza min tu were derdê dilê xwu bibêjo Xwedê xêr ke
Lo lo şêxê min ez ê bi ûcaxê te kim vê sibê derdê min pir û dîsa ne hindik e
Ev kawîsê bavê min rojê min bi heft heba ra li civatê bazar dike
Wele rojê min bi heft heba ra bazar dike
Eger tu înan nakî, yek jê Hemê Fero ye, wa ye rûniştiye li quncik e
Hiskûtê Silê yekî pîs î mûzerik e
Ê le Qumbûr Ûsifê Nûrê yekî gurî ye, serê wî bikenik e
Wî le Bedra Şêxa heyî, Sebrî jê ra dibêjin suyadiyê wî Belik e
Li ser tehtê Kaniya Henê rûdinê sibê heta êvara barek vira dike
Wê le berê xwu nê dide walîlixa Sêrtê gilî dike
Bi sonda qesemê dibê pênc quriş pere di cêva wî tune ye
Ê le çavê wî lê ye bi fortan û viran û derewa milkê Kaniya Henê li ser xwu mor û mezbet û tapo bike
Hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal
Ê le çavê wî lê ye bi fortan û viran û derewa milkê Kaniya Henê, Çemê Bazo li ser xwu mor û mezbet û tapo bike
Lo lo şêxê mino, ez ê bi ocaxê te kim, dilê min ê di yekî da heye, navê vî Nusredîn e
Yekî bizdonekî kezebkeçik e
Wele tema mi heye ez ê soz û qewlê revê pê ra deynim, wî teresî gava bêyo ji xwu ra mi birevîne
Em ê heta dara Kurê Rewanê herin, wê gaziya şivan û gavanê li pê mê bêye
Le tirsa mi ne ji wê tirsê, ew ê mi di cî da bêle û bireve, dîsa kor poşmam bim, li ser wî kawîsê bavê mi da bi rê bike
Erê hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hay lo delalo tu newêr
Erê hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal lo min tê nediyo
Erê lo lo Nusredîno ez ê hatime şewitiya Şermo bimezel e
Lo lo malxirabo ez ê hatime şewitiya Şermo li hember e
Tu yê şevekî were tê keve hewşa mala bavê min, qeflekî berx û miya bigire here
Lo lo malxirabo tu yê tê kevî Çarşiya Batmanê bifroşe, temam tê ke pere
Tu yê ji xwu ra bide bi tivingê, bi dewançê, bi qotik xencer e
Tu yê şevekî were kêrekî li ser dilê bavê mi xe, ew ê herin gilî bikin, başçawîşê Qereqola Kaniya Henê bêyo ser e
Ez ê tenekekî rûnê helandî, yekî penîr deynim ber e
Wele başçawîş wê bertîla xwu bixo li rêka xwu here
Ez ê bêm gelî bisilmana ez şahid dim, ji vira heta roja qiyametê
Wele ji heft saliya bavê mi da evê kula hanê li ser dilê bavê min bû, hem abi emrê Xwedê îsal teqiyayo ji xwu ra daye der e
Erê hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hay lo delal, hay lo delalo tu newêr