Ey Hunermend
Pir rêzan dinivîsînî Dîrokê bi ziman tînî Wek çira pak û ronî Tim û tim pêş da herî
Ey hunermend, hunermend Hunerê xwe bi nav û deng Şiyar ke milet ji xewê
Xelas bin ji rojên teng
Resm û sûretan çêke Reng bi rengan lê ke Dilê dostên xwe şa ke Çavên dijminan kor ke
Ey hunermend, hunermend Hunerê xwe bi nav û deng Şiyar ke milet ji xewê
Xelas bin ji rojên teng
Tembûra te li nav mala Şiyar dike law û kala Awaza xwe bilind ke Dengê te here ezmana
Ey hunermend, hunermend Hunerê xwe bi nav û deng Şiyar ke milet ji xewê
Xelas bin ji rojên teng
Gotin û Qeyde: Ali Baran