Navê min zerdelî
Bixwe bi saxî û kelî
Navê din mişmiş e
Tama min pir xweş e
Navê min sêyê qeysî
Ji min re dibê Weysî
Vîtamînên C-K
Tev E, vîtamîn A
Bo bînahiya çavan
Ez baş im her gavan
Ku we zik bû ziha
Werin min bixwin ha
Bo xeml û xweşkiya
Bêtir ji gul û giya
Derman im hem xwarek
Ka tu min bixwe carek
Bo kêş û hem kîlo
Min sax bixwe wilo
Alîkarê madê
Min bixwe zû haydê
Alîkarê madê
Min bixwe zû haydê