Avaşîn-Cudi

Avaşîn

歌手:Cudi

时间:2023-03-01

    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

AVAŞÎN

Serkaniya Avaşîn xweş dîxulxule

Li pêşiya kaniya reng dimilmile

Li neqeba çiyayê Cîlo û Çarçêla

Pêl wek tîrin xweş dertên ji kela dile

Berpal çîmen û mêrgin tev zozanîne

Karwan karwan Hevalan li ser danîne

Ava Basya ,Avaşîn ,hev hilanîne

Bi hezeran Hevalan av jê anîne

Bi hezaran Hogiran av jê anîne

Li geliyê Avaşîn sorgul bîn dide

Zinarîn û Botane li nav şewq dide

Li geliyê Avaşîn sorgul bîn dide

Xemla Serhed û Medya reng lê vedide

Kelekvanê Avaşîn nevyê Medane

Li ber jehra kîmyawî serî hildane

Ji bin çalên tûnêlan serrim kêşane

Lêdidin û bernadin b'zendê girane

Roja aso li şadî tîr weşandine

Çar kenarê zagrosê berf helandine

Avaşîn û Avazê hev hûnandine

dewra Aşê azadî xweş gerandine

Li geliyê Avaşîn sorgul bîn dide

Dengê Avzem û Bager aheng vedide

Li geliyê Avaşîn sorgul bîn dide

Xeyalê Baz û Helbest jînek nû dide

展开显示全部歌词