KEWÊ GOZEL
Yek ribat û yek gozel
Cot kewên me li çîya
Bi ber banga sibê re
Xwe berdan ji gelîya
Bû qebqeba dengê wan
Li derdorê kaniyan
Dengê wan gelek xweş tê
Bi dilê me hemiyan
Yek ribat û yek gozel
Cot kewên me li huhara
Bi ber banga sibê re
Xwe berdan ji nizara
Bû qebqeba dengê wan
Li ser lat û zinara
Dengê wan gelek xweş tê
Bi dilê me guhdara
Yek ribat û yek gozel
Cot kewên me li hindava
Bi ber banga sibê re
Xwe berdan ji delava
Bû qebqeba dengê wan
Li peyak û penava
Dengê wan gelek xweş tê Xwedêyo malî ava