Lo Lo Lawiko Dîno-Hekim Sefkan

Lo Lo Lawiko Dîno

歌手:Hekim Sefkan

时间:2026-02-22

    使用手机浏览器「扫一扫」

    在手机上保存,获得更好体验

标签
歌词

Lo Lo Lawiko Dîno

Lo lo lawiko dîno, heyra mi go beşna te zirav e, ax hey lo lo ji dara sêvê, were li mi, lo ji dara sêvê

Le dayê rebenê mi bala xwu dayê, kubarê min ê wa nê ji orta mehelê derketo, saqoyê wî yê di nava milê wî da bû, simbêla palekirî pêl bi pêl bûye, xwu berdaye ax lo seriya levê, lo seriya lêvê

Bira Rebê alemê biqedanda miradê miradxwaza, der û cîrana, heval û hogira, min û qama kinik, li beşna zirav, ji pazdê meha gulanê bi şûn da şeş meha yek carkî, hey la lê dayê rebenê wextanê wexta çêlek danê sibê pez hatiye ax lê lê tevî bêrîvaniya ser delavê

Ax de w’eman neman, neman

Hey lê lê w’eman neman, lê eman neman

Ax eman neman, neman, neman

Gedî eman neman, neman hey lê lê xayîno, Xwedê

Lê lê dîlber heyra min ê digo sibe ye, mi dî vê sibê ref hatine ax lê lê bi giranî, gidî li mi, lê bi giranî

Lê dayê rebenê mi bala xwu da, mi dî vê sibê xwu berdane Çemê Cizîra Botan, li zozanê bavê ax lê lê gewra mi danî, lê gewra mi danî

Hey la lê dayê rebenê sibê bû mi bala xwu dayê mi dî kubara min ê malê rabûye ji birca belek, mi dî xwu leqando hey la dayê rebenê, cotê satil û elbê ax lê lê xwu’n hilanî

Li erdê binîka mala qasekî li mi sekinî, mi dî çepilê xwu leqando digiriya çav û biriyê reş û belek ji mi ra ax lê lê bir û hanî, lê bir û hanî

Digo lo lo lawiko bira kula Şamê, Helebê di mala qebraxê bavê te keve, kanê soz û bextê min û te, sala par vê çaxê ji bûna xatirê derdê dilê rezil ax lo lo me li vir danî

Ema tê kirî terka beşna min a zirav, devê liken, belekçava, xopana gundê me da ez ê ji kotî heramî şindokî mêrê xirab hey wax rezîlo dilo ax lo lo bûmkebanî, lo bûm kebanî

Ax eman neman, neman, neman

Gidî eman neman, neman

Hey lê lê xayîno, Xwedê

Lo lo lawiko heyra mi go sibe ye, mi dî roka gundê me hilato ax lo lo lo silavê, were li min, lo lo silavê

Mi bala xwu da gundiyan û maliya sîtil û teştê xwu hilanîne, berê xwu dane mehela jêrîn, kaniya dila, kirasşoyê, cilşûştinê ax le lo li baravê, lo li baravê

Xelkê cilê delalîkê dilê xwu bişo bi sabûnê, bi gulavê, were cilê bêmalê dilê xwu bişom bi bîna misk û emberê, çîçekê bûharê bêxwudîka ax lê lê hûrxunavê

Eger ji lomê şeytan û fesadê gundê me nebana, min ê sî û sê biskê xwu ya di şê ji te ra şe kira, berda nava cotê zermemika ax lo lo heta navê, lo heta navê

Eger xelkê bigotana dîlberê malxirabê, çi bû, çi ciriya, min ê bigota gundîno, malîno, Xwedê hebîne, wun ê loman û gazina ji mi nekin, derdê dila gelekî zor e, ji bûna xatirê wê xeberê, wê galgalê, ax lê lê wê silavê

Xwezla min ê bi rehma Xwedê mîna carê cara ez ê qasikî li kêleka qama kinik, beşna zirav rûniştama, ji êvarê heta kazima şeveqê û sitêrka sibê ax lo lo li me bavê, lo li me bavê

Ax eman neman, neman, neman

Gidî eman neman, neman

Hey lê lê xayîno, Xwedê

De la dîlber heyra min ê digo payîz e, mi dî ewran û esmana serê ax lê lê xwu bi der hanî were li mi lê xwu bi der hanî

Le dayê mi bala xwu da serê çiyayê, mi dî deşt û zozan, dar û devî spî bûne ji xwu ra ji berfê ax lo lo kemer danî, lê kemer danî

Ez ê bi qurbana beşna te ya zirav, devê liken, çav û biriyê reş û belek dibim, çi hewcê ku îro kila suphanê jê ra bûye ax lê lê bargiranî

Ax de eman neman, neman

Hey lê lê ez fermalî me, lê ez qaşxûlî me

Xelkê heyr û meheyrê mal û temelê dinyayê, dinyalikê, w’ez ê bi qurbana beşna zirav, devê liken, çav û biriyê reş û belek dibim, fistanê qedîfe, qîza malxiraba wê dolbenda ax lê lê bidormorî me

展开显示全部歌词